“Binpêkirinên mafên bingehîn ji tecrîdê qut nîne”

Ev 29 mehin ji Rêber Apo agahî nayê girtin.
Ne bi parêzer û ne jî malbatê xwe re hevdîtinê dike.
Li Kurdistanê û tevahî cihanê jî li dijî tecrîdê bertek zêde dibin.
Her wiha parêzer Ercan Yilmaz jî bal kişand tecrîda li dijî Rêber Apo û got:
“Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Amedê ku li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyên giran ên li Kurdistanê ji bo maf û azadiyan têdikoşe, 17’emîn Civata xwe ya Giştî li dar xist.

Parêzer Ercan Yilmaz ku di serdema nû de ji bo Serokatiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hat hilbijartin têkîldarî tecrîda li ser Rêber Apo ajansa Mezopotamya re axivî.

Parêzer Ercan Yilmaz bal kişand li ser tecrîdkirina Rêber Apo û ev tişt anî ziman:

“Binpêkirinên mafên bingehîn ên ku zêde dibin ji tecrîda li ser Abdullah Ocalan qut nîn e.

Tecrîd ewe ku tecrîdkirina gelên li herêmê û qutkirina têkiliyên wan ên bi cîhana derve re ye.

Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ev demeke dirêj e nikarin bi malbatên xwe re têkiliyê deynin û nikarin hevdîtina malbatê û parêzeran sûdê werbigirin.”

Yilmaz: Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin

Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku Ocalan di civakê de xwedî nirxek giranbûha ye û got:

“Bi astengkirin û qedexekirina hevdîtinên li Îmraliyê re zext û şer dest pê kir.

Em dixwazin êdî şer û pevçûn li ser vê erdnîgariyê bi dawî bibe û cihê xwe ji çareserî û aştiyê re berde.

Ji bo aştî û çareseriyek mayînde jî were divê demildest tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”

“Em ê xwedî li mîrateya xwe derkevin”

“Têkoşîna mafên mirovan têkoşînek bênavber û bêwestan e”

bi vê gotinê Yilmaz wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Em ê jî li ser bingeh û kevneşopiya paratina mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û em ê her xwedî li mîrateya raboriya xwe derkevin.

Em ê li ber binpêkirinên mafan û îşkenceyê her rabin.”

“Tecrîd bandorê li Rojhilata Navîn dike”

Back to top button