“Bêdengiya welatên Ewropayê li hember tecrîdê şermeke mezin e”

Akademîsyenê Îtalî Federico Venturini diyar kir ku êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan li gel bêdengiya sazî û çapemeniya Ewropayê pêk tên û ev yek cihê şermê ye û got “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîna azadî û rûmetê ya hemû mirovan e.”

Di qada cîhanê de xwedîderketina Akademisyenên biyanî ji bo Rêber Apo didome.

Akademîsyenê Îtalyan Federico Venturini yê alîgirê kampanyaya navneteweyî ya ‘Freedom for Abdullah Ocalan” (Ji Abdullah Ocalan re Azadî) der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Federico Venturini diyar kir ku êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan li gel bêdengiya sazî û çapemeniya Ewropayê pêk tên û ev yek cihê şermê ye û divê neyê qebûlkirin.

“Hêzên Ewropayê ji konfederalîzma demokratîk ditirsin”

Venturini got Rêber Ocalan bingehên konfederalîzma demokratîk e, teorîsyenekî jêhatiye û derbarê nêzîkatiyên dewletê Ewropayê li hember Rêber Apo ev tişt anî ziman:

“Tevgera azadiyê ya Kurd vê paradîgmaya siyasî ya nû wek alternatîfeke şênber a modernîteya kapîtalîst bi pêş dixe û bi cih tîne.

Hêzên Ewropayê ditirisin ku ev fikir berbelav bibin.

Saziyên Ewropayê ji ber vê li dijî polîtîkayên dewleta tirk ku mafên mirovan binpê dikin, dengê xwe nakin.”

Venturini îşaret pê kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke adil û mayînde ya li Rojhilata Navîn esas e.

Akademisyenê Îtalî: Divê dilsoziya me ya bi azadiya Abdullah Ocalan re bidome

Venturini fikrê Rêber APO weke pênaseya “çirayeke hêviyê” pênasekir û ev nirxandin kir:

“Abdullah Ocalan wek çirayeke hêviyê li ber me disekine.

Divê em piştrast bin ku fikrên wî bi israr belav bikin û ji bo serbestberdana wî têkoşînê bidomînin.

Wek ewropî em nikarin dev ji gelê Kurd berdin; divê dilsoziya me ya ji bo azadiya wî bidome.”

Federico Venturini: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû mirovan e

Federico Venturini di dawî de diyarkir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo rizgariya gelê Kurd e, ji bo hemû mirovan têkoşîna azadî û rûmetê ye.

Back to top button