Operasyonên hêzên Asayişê ên li dijî hewldanên têkbirina aramiya Herêmê bi biryardarî dewam dike
Li Minbicê hêzên Asayîşê 37 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê girtin û gelek madeyên hişbir û çek desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyonê daxuyaniyek da
Di daxuyaniyê de hate ragihandin:
Rêveberiya Giştî ya li dijî Madeyên Hişbirê bi koordîneya Dozgeriya Giştî êvara 16’ê Tebaxê bi ser gelek cihên bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê de girtiye.
Di serdegirtinê de 37 belavkar û bikarhênerên hişbirê hatin girtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin li ser sûcdaran;
- 22 hebên hişbir
- 300 gram macûna heşîşê
- 50 gram krîstal
- 3 mêzînên elektronîk
- 22 çek û cebilxaneyê wan
- 3 narincok
- Kamerayeke çavdêriyê
- 63 cihazên elektronîk ên peywendîyê
- 485 dolar û Milyonek û 467 hezar lîreyên Sûriyê
- û hwd gelek made û alavên din hatin hatine desteser kirin.
Madeyên hatin desteserkirin wê ji dozgeriya giştî re bên şandin
Hêzên Asayişê di dawiyê de eşkere kir ku têkildarî bûyerê lêpirsin dane destpêkirin û got:
Tiştên ku hatine desteserkirin ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî yên der barê wan de ji Dozgeriya Giştî re dê bên şandin.