Dewleta Tirk zêdetirî 150 top avêtin gundên Şera, Şehba û Şêrewa

Îro dîsa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişî herêmê kirin. Dagirkeran, bi çekên giran êrişî gundên navçeya Şera, Şêrawa ên Efrînê û gundên Şehbayê kirin. Hat ragihandin zêdetirî 150 top li van devaran xistine. Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî bîlançoya 3 rojan ya êrişên li ser Eyn Îsa û gundên Girê Sipî eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker îro jî êrişên xwe yên li ser herêmê domandin.

Îro danê nîvro, artêşa Tirk a dagirker careke din gundên Tatmeraş, Şewarxa, Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şerayê a Efrîna dagirkirî bi dijwarî topbaran kirin.

Di heman demê de gundê Bênê û daristana gundê Soxanekê yên Şêrawayê a Efrînê û gundên Alqemiyê û Til Ecar ên Şehbayê jî dan ber topan.

Hat diyar kirin zêdetirî 150 top li van deveran ketine…

Seatên piştî nîvro de jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Meyasê û Zirneîtê yên navçeya Şêrawayê dan ber topan..

Duh bi şev jî gundê Bênê yê Şêrawa û gundê Bêlûniyê yê Şehbayê hatin topbarankirin.

Meclisa leşkerî ya Girê Spî bilançoya êrişan eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî bi daxuyaniyekê bilînçoya êrişên dewleta Tirk ên 3 rojan li ser Eyn Îsa û gundên Girê Sipî eşkere kir..

Daxuyanî li ber avahiya meclisê ji aliyê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ve hate xwendin.

Meclisa leşkerî ya Girê Spî: Di 3 rojan de 2 welatî şehîd û 4 jî birîndar bûn

“Di êrişa Duh ya li ser gundê Hoşan de, du welatî yên bi navê Bozan Osê (16) û Şêx Mihemed (25) şehîd bûn.

Her wiha welatiyên bi navê Mihemed Bozan, Xalid Cebel El-Ehmed jî birîndar bûn.

Beriya vê yekê, li gundê Ayoh ê rojhilatê Eyn Îsayê jî du welatîyên bi navê Xelid Xelîl El-Sehil (16) û Seîd Zeyd El-Mîdfai (26) bi guleyên sekvanên artêşa Tirk birîndar bûn.

Di dawiyê de, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef soza parastina xaka Sûriyê ji planên dagikirinê û çeteyan da.

Back to top button