“Hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e ne dîplomasî ye”

Şêniyên herêma Cizîrê hevkariya PDK’ê û ENKS’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e ne dîplomasî ye.

Welatiya bi navê Asya Mihemed xiyaneta PDK û ENKS’ê wiha şîrove kir:

“Tu kes ne li dijî têkiliyên dîplomatîk e, lê belê em hemû li dijî sîxurtî û xiyanetê ne.

PDK’ê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, ENKS’ê jî dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike. Ev ne dîplomasî ye, ev xiyanet e.

Em ji van re dibêjin hûn ne Kurd in û em we di nav xwe de qebûl nakin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Xelîl ev bang li PDK û ENKS’ê kir:

“Em ji wan re dibêjin li xwe vegerin ji ber ku gelê Kurd doza xwe nafiroşe û hevkariya bi dagirker re şerm e.”

Welatiya bi navê Munteha Mehmûd jî dazanîn ku hevkairya bi dijmin re nayê qebûl kirin, ew kesên xiyanetê dikin wê neyên efûkirin.

Munteha Mehmûd anî ziman ku gerîla hêza yekane ye ku gelê Kurd û doza wî diparêze, ger gerîla têk biçe wê gelê kurd têk biçe.

Kongra Star: Divê Kurd li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin

Back to top button