Hikumeta demkî ya Lîbyayê: Divê komên Wîfaqê çek deynin û artêş bi aştiyane derbasî Terablusê bibe

Piştî danûstandinên çareseriyê yên li Moskovayê, hikumeta demkî ya Lîbyayê bang dike ku artêşa niştimanî derbasî Terablusa paytext bibe.

Wezareta derve ya hikumeta demkî ragihand ku ew piştevaniya agirbesta Lîbyayê dikin û got:

Tevî vê jî, divê çekdar û komên çete, çekên xwe deynin û rê ji artêşa niştimanî re vekin da bi awayekî aştiyane derbasî Terablusê bibin.

Wezaretê diyar kir ku ev tişt wê rê li ber koçberî û wêrankirinê bigire û bang li civaka navdewletî kir ku, ji bo vê jî divê rola xwe ya giring bilîze.

Ev daxuyanî piştî danûstandinên aloziya Lîbyayê yên li Moskovayê hat.

Jixwe duh, Mokova herdu aliyên şer ên Lîbyayê anîn gel hev û bi amadebûna wezîrên derve û yê parastinê yên Tirkiyê bi rê ve çûn.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku serokê hikumeta Wîfaqê li ser agirbestê îmze kir û em dikarin bibêjin ku pêşketin heye.

Lê wezîrê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu got ku Xelîfe Hefter hîna îmze nekiriye û dixwaze hinekî bifikire.

Leave a Reply

Back to top button