Emîne Osê: Di naskirina Rêveberiya xwe ser de rola jinan diyar ker e

Siyasetmedarên jin ên di Rêveberiya Xweser de Emîne Osê û Cîhan Xidro dibêjin “Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê herêma Katalonyayê ve, berhema şoreşa jinan e.” Her duyan piştrast kir Jinan di vê projeya demokratîk de hişt ku bala cîhanê tevî bikişînin û gavên naskirinê werin avîtin. 

Pergala Rêveberiya Xweser a niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, bala her kesî dikişîne û naskirina Katolonya ji vê projeyê re, mînaka vê bû..

Şêwirmend û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê parlamenterên Katalonyayê silav kir û got “Ev biryar li hember gefên Tirkiyê biryareke erênî ye, bersiveke diyar e û cihê rêzgirtinê ye.”

Emîne Osê di naskirina Rêveberiya Xweser de bal kişand li ser rola jinê û anî ziman “Ev rêveberî li ser vîna jinan ava bûye; pergala hevserokatiyê û rêjeya jinan tê de, bala hemû welatan dikişîne.”

Emîne Osê piştrast kir “Di naskirina vê pergalê de roja jinê diyarker e.” û tekez jî kir ev roje ku hemû pêkhateyan hembêz dike ji bo aloziya Sûriyê tekane rêya çareseriyê ye.

Cîhan Xidro: Ne tenê Katolonya dê welatên din jî vê Rêveberiyê nasbikin

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro li ser heman mijarê nirxandin kir.

Cîhan Xidro jî naskirina Katalnoyayê ji Rêveberiya Xweser re pîroz kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ev gava Katolonyayê wê bibe gava destpêkê û dewletên din jî wê vê gavê bavêjin.

Seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro dawiya nirxandina xwe bang li jinan kir ku bi mafên xwe bawer bin û biparêzin.

Back to top button