Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temir û Şêrawa topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Meyase yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.
Nêzî 30 top li herêmê ketin.
Li aliyek din jî dagirkeirya Tirk û çeteyên wê gundên Til Cuma û Til Kêfcî yên rojavayê navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin.
Her wiha di saetên nîvro de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Tewîl ê Til Temirê bi obîsan topbaran kirin.