“4 leşkerên hikumeta Şamê hatin birîndarkirin”

Artêşa Îsraîlî, bi mûşekan êrîşî derdora paytexta Sûrî Şamê kir û tê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin birîndarkirin.

Ajansa Nûçeyan SANA’yê ya girêdayî hikûmeta Şamê, ragihand ku duh artêşa Îsraîlî, bi mûşekan êrîşî derdora paytexta Sûriyê Şamê kir.

Li gorî ajansê, pergala asmanî ya Sûrî ev êrîş têk bir û di encamê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn, her wiha zirarên madî çêbûn.

Di 17 vê mehê de jî, hikumeta Şamê diyar kiribû ku, pergala wan a asmanî ya li Helebê, êrîşeke Îsraîlê şikandibû.

Back to top button