Li bejahiya Meyadînê, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li Çolistana Sûriyê, li ser destê çeteyên DAIŞ’ê, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û jimarek birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî nuqteyên hêzên Şamê yên li navçeya El-Benca ya li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, êrîşeke nişkayî pêk anî.

Çavdêriyê diyar kir ku ev êrîş bi çekên giran sibeha roja Çarşemê çebû û tê de, leşkerekî hikumetê hat kuştin û jimarek birîndar bû.

Her wiha heman çavkaniyê piştrast kir ku jimareke çeteyên DAIŞ’ê jî hat kuştin û birîndarkirin.

Ji 24 Adara 2019’an û heta niha, hezar û 383 leşkerên hikumeta Şamê û çekdarên bi ser wê ve, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de hatine kuştin.

Back to top button