Cîhan hejar dibe û pêwistiya bi alîkariyê jî zêdetir dibe.
UNICEF’ê diyar kir ku ji bo alîkariya di sala 2023’an de bê kirin, pêwîstiya wan bi 10,3 milyar dolarî heye.
Armanca rêxistinê ew e ku li 155 welatan alîkariyê bigihîne bêtirî 110 milyon zarokan.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji bo bernameyên alîkariyê yên ku li çaraliyê cîhanê pêk tîne di sala 2023’an de, pêwistî bi 10,3 mîlyar dolarî heye.
Rêvebera UNICEF’ê Catherine Russell got;
Ji ber krîzên mirovî yên li cîhanê û zêdebûna bandorên guherîna avhewayê, ji her demê bêhtir pêwîstiya zarokan bi alîkariya mirovî heye.
Li gorî daneyên Russell parve kirî, li seranserê cîhanê derdora 37 mîlyon zarok û ciwanên di bin 18 saliyê de neçar mane ku malên xwe biterikînin û koçber bibin.
Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve ev jimar herî zêde ye.
Wekî din, hate ragihandin ku bêhejmar zarok di bin bandora nakokî, nexweşî, zêdebûna kêmxwarinê û faktorên ji ber pandemiya coronavirus de ne.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY) di destpêka sala 2022’an de li çaraliyê cîhanê li dora 274 mîlyon mirovî divê alîkarî bê dayîn.
Lê belê UNICEF’ê ragihand ku ev jimar di salekê de zêde bûye.
Alîkariya herî zêde bû Efxanistanê ye
Di planên UNICEFê yên sala 2023’an de Efxanistan yek ji welatên herî zêde pêwistiya wê bi alîkariyê heyî ye.
Ji bo Efxanistanê 1,57 mîlyar euro tê xwestin.
Li kêleka vê, Ukrayna û welatên cîran, Sûriye û derdora wê bi 822 mîlyon euro tê xwestin.
Piştî wê Kongo bi 818 mîlyon euro û Etiyopya bi 639 mîlyon euro tê.
UNICEF ku beşa herî girîng a xebatên wê têkoşîna li dijî kêmxwarinê û peydakirina avê ye, di heman demê de di nav însiyatîfên wekî derzîlêdana zarokan li dijî sorikê, pêşkêşkirina xizmetên derûnî-civakî, her wiha xebatên pêşîlêgirtinê li dijî şîdetê û peydakirina derfetên perwerdehiyê cih digire.
Armanca Fona Alîkariya Zarokan a NY ew e ku heta sala 2023’an li 155 welatan xwe bigihîne 110 mîlyon zarokan û alîkariya wan bike.



