Li Îtalya Çiyayê Strombolî difûre

Li Îtalya careke dûman ji ser çiyayê Strombolî bilind dibe.
Piştî erdheja bi pileya 4,6 çiyayê volkanîk careke din dest bi avêtina agir kir.

4’ê Mijdarê li herêma giravî ya Strombolî erdhejek pêk hatibû.

Piştî vê erdhejê Çiyayê Strombolî yê volkanîn careke din ket tevgerê.

Lavên ku ji çiya diherikin berê xwe dan deryayê.

Hate ragihandin ku lavên volkanê negihiştine deryayê.

Ji ber bandora teqînên volkanîk herêm di nava domanê de ma.

Li gorî daxuyaniya Servîsa parastina Sivîl a Îtalya heta niha ti ziyanek canî pêk ne hatiye.

Li herêmê banga tevdîrên hişyariyê hate kirin.

Back to top button