Efxanistan..Di encama teqînê de 5 kes hatin kuştin 4 jî birîndar bûn

Îro Li herêma Belexê a bakurê Efxanistanê teqînek pêk hat.
Di encama teqînê de 5 kes hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Li herêma Belexê a Efxanistanê li dijî wesayîteke karmendan a şîrketeke pertolê teqînek pêk hat.

Li gorî ku Polîsên Belexê ragihand di encama teqînê de herî kêm 5 kes hatin kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Polîsan diyar kirin ku heta niha tu aliyan berpirsiyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çend mehên dawîn de li Efxanistanê gelek êriş pêk hatibûn.

Çeteyên DAIŞ`ê hinek ji wan girtibûn ser xwe.

Back to top button