Li rojavayê Hindistanê li kargeheke ku balafirên bêmirov û teqemeniyan hildiberînin teqîn pêk hat.
Di vê teqînê de 6’ê ji wan jin herî kêm 9 karker jiyana xwe ji dest dan.
Cîgirê Serokwezîrê Parêzgeha Maharaştrayê Debendra Fadnavîs bi daxuyaniya ku li ser malpera X’ê de got:
“Di teqîna li Nagpurê de 6’ê ji wan jin 9 kes jiyana xwe ji dest dan.”
Fadnavîs destnîşan kir ku ev şîrket ji bo hêzên çekdar ên Hindistanê balafirên bêmirov ên şer û teqemeniyan çêdike.
Hikûmeta parêzgehê ragihand ku ew ê 6 hezar dolar bidin her yek ji malbatên kesên ku di qezayê de mirine.
Di teqînê de 6’ê ji wan jin 9 kes mirin
Polîsan derbarê teqîna ku tê de herî kêm 3 karker birîndar bûn de lêpirsîn da destpêkirin.
Felaketên pîşesazî li Hindistanê berbelav in û pispor plansaziya xerab û ne sepandina qaîdeyên ewlehiyê weke berpirs nîşan didin
Sala borî, 11 kes di teqîna li maleke ku li parêzgeha Bihar a rojhilatê de bi derqanûnî fîşekên hewayî dihatin çêkirin, mirin.
Di sala 2021’an de li parêzgeha Tamîl Nadu ya li başûrê welêt, di teqîna li kargeheke fîşekan de 19 kes miribûn.