Îro Roja Şanogerî ya Cîhanî ye. bi vê boneyê Rêvbera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê Golçîn Heso axivî û da zanîn ku, şanoya Kurdî ku xwedî taybetmendiyeke girînge ji ber ku rasterast bi civakê re di têkiliyê de ye û roleke girîng di pêşxistin û perwerdekirina civakan de dilîze.
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an gel êdî karî xwe di warê hunerî, çandî û şanoyê de bi rêxistin bike.
Ev jî derfet da nûneran ku performansên serkeftî pêşkêşî gel bikin û şanoyê li hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi pêş bixin.
Di sala 1905’an de, gelê Kurd bi pêşandana yekem a şanoyê re karîn dîroka xwe ya şanoyê belge bike.
Şanoya “Mem û Zîn” a helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî ku beriya zêdetirî sêsed salan hatibû nîşandan, bandoreke mezin li ser gelê Kurd kirib.
Şanoger û rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Golçîn Heso ya ji bajarê Kobanê, bi wesîleya Roja Şanogeriyê ya Cîhanî axivî û diyar kir ku xebatên şanoyê pêşnûmayên rastiyê ne û şanoya Kurdî ji aliyê civakê ve rastî qebûlkirineke berbiçav hatiye.
Dema komek şanoyê karekî pêşkêş dike, pirsgirêkên hemû kom û pêkhateyên civakê radixe ber çavan.
Şano qada herî berfireh a ragihandina rastiya me ye.
Golçîn Heso destnîşan kir ku ji bo pêşxistina şanoyê li li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstî bi xurtkirina kar heye û sazkirina pêwendiyan bi hezkiriyên şanoyê re çi li Rojava çi jî li derveyî welat.