Joe Biden û Zelenskî li Qesra Spî civiyan

Ji bo mijara alîkarîdayîna Ukraynayê Serokkomar Zelenskî serdana Amerîkayê kir.
Zelenskî li Qesra Spî bi Joe Biden re civiya û piştre civîna çapemeniyê pêk anîn.
Serokê Amerîkayê Joe Biden anî ziman ku rawestandina piştgiriya ji bo Ukraynayê wê kêfa Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bîne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî pêşwaziya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski kir.

Biden di kongreya rojnamevanî ya hevbeş de li gel serokkomarê Ukraynayê hişyarî da ku Rûsya li ser vê mijarê pişta xwe dispêre cudahiya bîr û baweriyên Amerîkayê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li paytext Washingtonê bû, li hawîrdorek ku hin Komarparêz li hember bêtir alîkariyên ji bo Kîevê li ber xwe didin.

Piştî hevdîtina Biden-Zelenski ya li Qesra Spî, her du lîder ji bo civîna çapemeniyê ya hevpar bi 45 deqîqeyan dereng derketin pêşberî kamerayan.

Biden: rawestandina alîkariyê ji Ukraynayê re kêfa Putîn bîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden anî ziman ku rawestandina piştgiriya ji bo Ukraynayê wê kêfa Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bîne.

Serok Biden ji serokkomarê Ukraynayê re got, “Em ê li cem we bin”

û bang li Kongreyê kir ku “bêyî ku ji Pûtîn re diyariya herî mezin a Sersalê bê dayîn” di derbarê alîkariyê de gav bavêje.

Serokomarê Ukraynayê Zelenski di civîna çapemeniyê ya hevpar de bi zimanê Îngilîzî ji raya giştî ya Amerîkayê re got;

Ji ber piştgiriya Amerîkayê spasiya Amerîkayê kir, destkeftiyên Ukraynayê yên di heyama şer da rêz kirin û wiha got: “Em di rêya rast de dimeşin.

Zelenskî: Ez û Biden li ser hîlberîna hevpar a çekan li hev kirin

Zelenskî diyar kir ku duh bi rêvebirên şirketên berevaniyê yên Amerîkayê ra civiyaye û wiha got:

“Ez û Serok Biden li ser hilberîna hevpar a çekan li hev kirin û em ê vê bikin.”

Serokomarê Ukraynayê Zelenski li Zanîngeha Parastina Neteweyî bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re axivî û got:

“Em ê dev jê bernedin. Hûn dikarin Ukrayna bawer bikin.

Em hêvîdar in ku em bi heman awayî bi we bawer bikin.”

Rêvebiriya Biden ji Kongreyê xwestibû ku bi giştî 110 mîlyar dolar budçeyek ji bo Ukrayna û lsraîl û her weha ewlehiya sînor û gavên pêşîlêgirtinê li Asya-Pasîfîkê bigire nav xwe.

Lê Komarparêzan, bi taybetî di Meclisa Nûneran de, piştgiriya ji bo Ukraynayê wekî şertê gavên berbiçav ên der barê pirsgirêka koçberiyê li sînorê başûrê Amerikayê û reforma pergalê dan pêş.

Amerîka alîkariya bo Ukrayna bidawî dike

Back to top button