Di demekê de ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike çavê xwe li ser Rojava negirtiye.
Dgirkeran gundê Şehba ,Şêrawa û Şera topbaran kirin.
Duh derengî şevê dagirkeran gundê Bêlûniyê ê Şehbayê topbaran kir.
Beriya wê jî gundê Minix û Elqemiyê rastî êrişan hat.
Di encama êrişa li ser navçeya Şêrawa de 2 xwişkên hev birîndar bûn
Di heman demê de gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê jî hat topbaran kirin .
Di encamê de 2 xwişkên hev birîndar bûn.
Navên wan jî wiha ne:
Nersîn Nîdal Hesen (19) û Yasmîn Nîdal Hesen (20).
Tê gotin ku rewşa yekê ji wan giran e.
Gundên Meranaz û Îrşadiyê yên navçeya Şera jî rastî êrişan hat.
70 top li gundên navborî ketin.