Yasmîna birîndar: Dagirker rojane gund bêserûber topbaran dikin

Yasmîna yek ji wan kesên ku duh di êrişa li ser Şêrawa de birîndar bû dibêje
“Ev du rojin top bêserûber li ser me dibarin û bi sedan top ketine.”

Di êrişa duh li ser gundê Bênê yê Şêrawa topek li mala her du xwişk Nesrîn û Yasmîn Nîdal Hesen ketin û her du birîndar bûn.

Her du xwişk niha li nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tên dermankirin.

Nesrîn bi giranî di pişta xwe de birîndar bûye, niha di bin çavdêriya kadroyên tenduristiyê de ye.

Yek ji wan xwişkan Yasmîn tevî birîna xwe ji ANHA’yê re axivî:

Em li mala xwebûn û ji nişkê ve dengê topan hat me.

Top li mala me ket û ez û xwişka xwe birîndar bûn.

Xwişka mi di qirka xwe de birînda bû û ez di pişta xwe birîndar bûm.

Em sivîlin.

Ma me çi guneh di vî şerî de kiriye.

Back to top button