Erebistana Siûdî şaneyeke “terorîst” ku li baregehên leşkerî yên Pasedarên Îranê hatine perwerdekirin, girt.
Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî (WAS) li ser zimanê berdevkê ewlehiya dewleta Erebistana Siûdî ragihand ku “şaneyeke terorîst ku endamên wê li baregehên pasedarên Îranê perwerdeyên leşkerî û meydanî dîtine, hat girtin.”
Berdevk diyar kir ku rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê ku di 2 baregehên şaneyê de hebûn, hatin desteserkirin.
Li gorî berdevkê Erebistana Siûdî, şane ji 10 kesan pêk dihat, ji wan 3 li Îranê perwerde dîtine.