The Times: Waşington wê Incirlikê veguhêze girîtê ya Yûnanistanê

Washington bi niyet e amûrên xwe yên leşkerî ji baregeha Incirlikê ya li Tirkiyê veguhêze girava Girîtê ya Yûnanistanê.

Li gorî rojnameya The Times, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wê di serdana xwe ya vê hefteyê de ji Yûnanîstanê re, pêşnûmeyeke pêşkêşî hikumeta wê bike.

Ev pêşnûme jî ji bo veguhastina amûrên sereke yên şer ên Amerîkayê, ji baregeha Hewayî ya Incirlik li Tirkiyê, bo girava Girîtê ya Yûnanistanê ye.

Rojnameyê diyar kir ku Amerîka dixwaze hêza xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryaya Navîn xurt bike.

Li gorî “The Times”, serdana Pompeo ji Yûnanîstanê re wekî bersiv li dijî kirinên Tirkiyê û bi taybet israra wê ya kirîna S-400 e.

Back to top button