Di êrîşa bi mûşek a li ser nêzî balafirxaneya Bexdayê de, 3 jê zarok 5 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û got:
Çekdarine nenas li devera Ebo Şeban (Ebo Emer) ya li nêzî balefirxaneya Bexdayê êrîşek pêk anî û malbatek ji 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Kesên jiyana xwe jidestdayî, 3 jê zarok in û 2 jin in. Her wiha 2 zarokên din jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, cihê ku mûşek jê hatine avêtin hatiye zanîn û Serokwezîrê Iraqê jî fermana girtina kesên tawanbar li hemû hêzên ewlehiyê kiriye.