Kremlin: Gaz wê ne belaş be

Rûsya di berdêla cezayên ku welatên rojavayî li dijî wê ferzkirin de, rubleyê xwe xistiye rojevê. Kremlîn ya ku dixwaze ji krîzê xelas bibe, dixwaze di berdêla gaza dide ewropa de rubleyê Rûsî bigre. Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got, ew ê bê pere gazê neşînin. Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew ê li ser hatina welatiyên “nedost” bo Rûsyayê astengiyan deynin.

Kremlînê gef li welatên Yekîtiya Ewropî xwar ku eger gaza ji derve bi rubleyê rûsî nekirin wê gaza xwezayî qut bikin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov duh di axaftina xwe ya ji bo çapemeniyê ragihand ku xebatên li ser proseya firotina gaza Rûsyayê bi rubleyê ji bo welatên rojavayî berdewam dikin.

Peskov anî ziman ku hinardekirina gazê gelekî tevlihev e û destnîşan kir ku piştî kirîna berhemekê ne hêsan e ku mirov bikeve bazarê û pere bide û di pêvajoyek dravdanê de derbas dibe.

Peskov li ser pirseke ku eger Ewropa bi ruble pereyan nede wê Rûsya çi bike ev tişt anî ziman:

Em ê di rewşek wiha de nirxandinên pêwist bikin.

Ti gumana wê yekê nîne ku em ê gazê belaş nedin kesê.

Di rewşa heyî de, ne mimkûn e ku mirov texmîn bike Rûsya wê beşdarî çalakiyek xêrxwaziyê ya ku wê bi kêrî Ewropayê were bibe.”

Lavrov: Wê ji bo welatiyên welatên “Nedost” sînor bê danîn

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku welatiyên welatên “nedost” wê li ser ketina wan a xaka Rûsyayê sînoran deynin.

Sergey Lavrov di axaftina xwe ya dema beşdarî civîna partiya desthilatdar a Rûsya Yekgirtû bûyî de wiha got:

“Niha pêşnûmeya me heye, wê di demek nêzîk de fermî bibe.

Bi vê biryara nû em ê li ser ketina Rûsyayê astengiyan deynin.”

Lavrov, diyar kir ku hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky “pêwîst e” û got,

“Piştî çareseriya hemû pirsgirêkên girîng ên wekî çarenûsa Donbasê, bêçekkirin, bêbandorkirina Naziyên li Ûkraynayê, hemû çareser bûn, wê demê di asta serokatiyê de civnek pêwist dike.”

Japonya cezayên nû li ser Rûsya sepand

Kabîneya Serokwezîrê Japonya Kişîda Fumio cezayên aborî yên li dijî Rûsyayê berfireh kir.

Di çarçoveya qanûnên cezayên nûkirî de, hinardekirina berhemên nû ên wekî wesayîtên nûjen, zêr û berhemên hunerî bo Rûsyayê hate qedexekirin.

Biryar wê 5’ê Nîsanê bikeve meryetê.

Biden: Divê Putin li ser deshilatê nemîne

Serokê DYA Joe Biden li pişt gotina xwe ya “Ev zilam li ser desthilatdariyê nemîne” ku ji bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bikar aniyî paşde gav ne avêt.

Biden anî ziman ku ew ê jibo vê yekê lêborînê nexwaze û got;

Ti kes bawer nake ku DYA wê Putin ji deshilatê bixe.

Back to top button