Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Minbicê ji ber teqîna mayînekê endamekî wan şehîd û 3 jî birîndar bûne.
Bi daxuyaniyekî din jî diyar kir ku di serdegirtinekê de, 6 bazirganên madeyên hişbirê girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê di daxuyaniyê de got:
Îro 3’ê Cotmehê, ji hêzên me re agahî hat ku Mayînekî di çerxerêya şehîdan a li Minbicê de hatiye dîtin.
Ji bo zirar neghîje welatiyan, Hêzên me tedbîr girt, dema şênî dûr dixistin, mayîn teqiya.
Di encamê de endamekî me şehîd bû û 3’ê jî birîndar bûn.
Navendê diyar kir armanc ji van kiryarên çetan xerakirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye.
Lê, li hemberî kiryarên bi vî rengî wê têkoşîna me berdewam be.
Asayiş: 6 Bazirganên madeyên hişbirê li Minbicê hatin girtin
Bi daxuyaniyekî din hêzên Asayişê ragihand ku li Minbicê di serdegirtinekê de 6 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin.
Bi berferehî hat Asayişê got:
Piştî ku gilî ji hêzên me re hatin, ku li taxeke bajêr çend bazirganên hişbirê hene, yekser hêzên me lêkolîn da destpêkrin.
Tevgera 6 kesan şopand û agahî bi dest xistin.
Li ser wê yekê, roja Şemiyê 30’ê Îlonê, hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê li cihê wan çalakiyek lidar xistin û her 6 bazirgan girtin.
Her weha gelek madeyên hişbirê bi wan re hatin desteserkirin.
Hêzên Asayişê bang li welatiyan kir ku her tevgerek bi guman ji wan re ragihînin.