Senatorên kongra Amerîka banga cezakirina Tirkiyê kir

Careke din Tirkiyê mijara moşekên S-400 kir rojeva xwe û diyar kir ku ew ê van moşekan li ser balafirên ku ji aliyê Amerîka ve hatine çêkirin, bicerıbîne.

Rayedarê Emerîkî li dijî vê yekê bertek nîşan dan.

Senatorê Demokrat Kirîs Val Holin û yê komarparêz Jêms Lankfod bi nameyekê bang li wezîrê karên derve Mike Pompeo kirin ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bikin.

Serokê komîteya istixbaratê ya kongrê Adem Şîf jî diyar kir ku divê Amerîka hişk bi ser Tirkiyê de biçe û got;

Kiryarên Tirkiyê yên vê dawiyê li Sûriyê metirsî li ser leşkerên Amerîkî çêkirin û tevî şiyariyên me Tirkiyê moşekên S-400 kirîn.

Lê zêde têkiliya xwe bi Îranê re xurt kiriye û şerê li Azerbeycanê li dijî Qerebaxê gur dike.

Pentagonê jî balkişand ser vê gava Tirkiyê û got:

Hebûna S-400 li Tirkiyê rêgezên NATO’yê bin pê dike.

Back to top button