Corona..Li Cîhanê rewşa awarte di asta herî bilind deye

Li Cîhan ku qurbaniyên vîrûsê 95 hezar derbas kir bi her awayî hewl tên dayîn ku pêşî li vîrûsê were girtin.

Di nava qurbaniyên li Cîhanê de, kurd jî hene û li Ewropa 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dane.

 

Li girtîgeheke Amerîkayê bi sedan kes bi vîrûsê ketin

Corona belavbûna xwe ya bi hêz li cîhanê didomîne

Amerîka jî niha bûye navenda wê.

Li Girtîgeheke Chicago 450 kes bi vîrûsê ketin.

Li welat jimara kesên jiyana xwe ji dest dan, ji duh kêmtir e.

Heta niha li Amerîka:

470 hezar û 958 kes bi vîrûsû ketin,16 hezar û 804 mirine û 25 hezar û 993 kes baş bûne.

Kêliyên bi nexweşên rewşa wan giran re

Îtaliya yek ji welatên Ewropa ku herî zêde qurbanî daye.

Di van dîmenên ku ji hucreya lênêrîna taybet hatin kişandin, xuya dike ku çawa ekîbek ji bijîşkan, nexweşên corona ên rewşên wan giran derman dikin.

Heta niha li Îtalya:

143 hezar û 626 kes bi vîrûsê ketin, 18 hezar û 279 mirine û 28 hezar û 470 baş bûne.

Li Spanyayê jina 100 salî Corona têk bir

Her çiqasî tê gotin ku bandorê vîrûsê herî zêde li ser kesê temen mezin heye, ji ber ku bergiriya laşê wan lewaz e, lê belê agahiyên ku ji welatên cîhanê tên, hêvî didin.

Li bajarê Berşelona yê Spaniya jineke ku temenê wê 100 sal in ji nexweşiyê rihet bû û vegeriya mala xwe.

Cîranên wê bi kêfxweşî ji şaneşînên malên xwe ew pêşwazî kirin..

Stada fotbolê veguheriye navenda lêkolînên li ser Corona

Hîna jî li Spaniya.

Stada Taybet a Tîma Berşelona veguherandine navendek ji bo komkirina testên ji bo coronayê.

Stand niha veguheriye navendeke lêkolînê.

Heta niha li Spaniya:

157 hezar û 22 kes bi vîrûsê ketine, 15 hezar û 843 kes mirine û 55 hezar û 668 kes jî baş bûne.

Li Ewropayê 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest da

Em li Ewropa berdewam bikein.

Lê vê carê bandora corona ya li ser kurdan.

Ji ber vîrûsê li Ewropayê bi dehan Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan.

Herî zêde li Elmanya, Fransa, Belçîka, Îngilistan, Hollanda, Swîsreyê vîrûsê bandor li Kurdistaniyan kir.

Li Elmanyayê ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, heta niha derdora 120 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Jimara qurbaniyan li gorî ya nexweşan kêm jî be ji ber ku derman hîn nehatiye dîtin, fikar zêde ne.

Li gorî texmînan li Elmanyayê milyonek û 500 hezar Kurd hene.

Hejmara extiyaran û yên di kategoriya rîskê de ne bi têra xwe heye.

Li gorî statîstîkên KCDK-E’yê, li welatên Ewropayê heta niha 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 955 kes jî bi vîrûsê ketine.

Kurdistanî herî zêde li Îngilistanê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Kolanên Hindistanê vala mane

Li Hindistanê jî ku ji ber belavbûna vîrûsê qedexeya giştî hatiye raghandin, jiyan rawestiya ye.

Di van dîmenên ku ji hewa hatine girtin de diyar dibe ku kolan ji rêwiyan vala ne.

Back to top button