YPJ: Sala 2019’an bi berxwedanê derbas bû

Yekîneyên Parastina Jin-YPJ bi daxuyaniyekê encama berxwedana salekê eşkere kir.

YPJ’ê encamên şer û berxwedana salekê eşkere kir û diyarkir ku şervanên YPJ bi fedekarî, lehengî û têkoşîneke mezin li êniyên herî pêş de cîh girtine.

YPJ di bîlançoya xwe ya salê de ev dane par ve kirin:

Şervanên YPJ bi lehengî û berxwedaneke mezin li Dêre Zorê di pêngava şerê tunekirina DAIŞ’ê de cîh girtin.

Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de 52 jin û 178 zarokên Êzidî, bi pêşengiya hêzên YPJ û QSD’ê de hatin rizgarkirin.

Tevî vê yekê, bi sedan jin û malbat ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Piştî lidarxistina konferansa YPJ’ê ya 2’yemîn, li ser bingeha ji nû ve avakirinê YPJ, bi dehan dewreyên perwerdeyê hatin vekirin.

Hêzên YPJ ji 9’ê Cotmehê heta niha di hemû eniyên şer yên Berxwedana Rûmetê de cîh girtin.

BERXWEDANA YPJ YA SALA 2019’AN
YPJ: DI 2019’AN DE 72 ŞERVANÊN YPJ ŞEHÎD BÛN

YPJ ragihand ku di pêngava têkbirina DAIŞ’ê û di şerê Berxwedana Rûmetê de 72 şervanên YPJ şehîd bûn û 3 şervanên YPJ jî dîl ketin.

YPJ’ê diyar kir ku ew ji bo berpirsyariyên sala 2020’an amade ne û got, “Ji bo rûmeta mirovahiyê û parastina hemû jinan wê heta serketinê têkoşîna me ya azadiyê dewam bike.”

Leave a Reply

Back to top button