Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê da ber topan.
Di encamê de 2 xwişkên hev birîndar bûn.
Navê her du xwişkan jî wiha ne:
Nersîn Nîdal Hesen (19) û Yasmîn Nîdal Hesen (20).
Her du xwişk rakirin nexweşxaneyan.
Tê gotin ku rewşa yekê ji wan giran e.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Minix û Elqemiyê yên herêma Şehbayê û gundên Meranaz û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.
Zêdetirî 70 topî li gundên navborî ketin.