Dayîna fatûrayên genim li hin deveran bi dawî bûn

Nivîsgeha Dirav û Dayînê xebatên dayîna fatûrayên genim ên cotkarên Reqa, Tebqa, Minbicê û herêma Firatê bi dawî kirin.
Her wiha dayîna fatûrayan li Dêrazorê û herêma Cizîrê didome.

Navendên wergirtina genim ên Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser di demsala çandiniyê de zêdetirî milyonek û 9 hezar ton genim wergirt.

Di Hezîrana borî de, 8 navendên Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî, dest bi dayîna fatûrayên genim ên cotkaran kirin.

Ew 8 navend li Qamişlo, Hesekê û navçeya Dêrikê ya herêma Cizîrê, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê ne.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê jî li Şehbayê ji destpêka Îlonê ve dest bi dayîna fatûrayan kiriye.

Li gorî Rêveberê Xebatên Bankî yên Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî Macid El Elî, li Reqa, Tebqa, Minbicê û herêma Firatê, xebatên dayîna fatûrayan cotkaran bi dawî bû.

El Elî da zanîn ku 46 hezar û 350 fatûra hatine dayîn, her wiha dayîna fatûrayan li Dêrazorê û herêma Cizîrê berdewam dikin.

Back to top button