KNK: Divê Kurdistanî, xwedî li şaredariyên xwe derkevin

Konseya Rêveber a KNK’ê li dijî destesrekirina şaredariyên bakurê Kurdistanê bertek nîşan da û diyar kir ku divê Kurdistanî xwedî li şaredariyan derkevin.

KNK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi desteserkirna şaredariyan, wê li dijî vîna gelê Kurd polîtîkayên xwe yê faşîst, bidomînin.

KNK’ê da zanîn ku Erdogan û hevkarê xwe Bahçelî pêngava tunekirina gelê Kurd û Kurdistanê dane destpê kirin.

Lê KNK’ê teqez kir ku bila Erdogan û Bahçelî bizanin ku gelê Kurd wê tu carî qeyûmên wan qebûl nekin.

Her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku bi hemî rêyên rewa û demokratîk, nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Back to top button