Şîrketa Volkswagen: Ji ber rewşa Tirkiyê ya ne diyar vekirina kargeheke nû taloq kir

Şîrketa Vols Vogin a Almanî cara duyeme ji ber êrişên dewleta Tirk a li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî vekirina kargeheke nû li Tikiyê taloq kir..

Şîrketa Alman Vols Vogin di meha borî de ragihandibû kû ew ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî biryara xwe ya vekirina kargeheke nû li Tirkiyê radiwestîne.

Rayedarên Şîrketê diyar kirin ku ji ber rewşa dewleta tirk a siyasî ya ne baş, şîrket wê di meha Sibata 2020’an de biryara xwe ya jinûve vekirina kargehê diyar bike.

Herwiha rayedarên şîrketê ragihandin ku eger ev şîrket li Tirkiyê neyê vekirin wê li Romanya, Yunaistan û Bulgaristanê were vekirin.

Dihat payîn ku Dewleta Tirk bi avakirina vê kargehê salene zêdeyî 943 Mîlyon pere qezenc bike.

Leave a Reply

Back to top button