Rêveberiya Xweser: Gera 14’an a Astana dûrî xeteriya rast a li ser gelê Sûriyê bi rê ve çû

Rêveberiya Xweser hewlwesta xwe ji gera 14’an a Astana eşkere kir û ragihand, ev civîn dûrî çareserî û yekîtiya axa Sûrî tên lidarxistin..

Rêveberiyê ew civîn bi “mîna civînên berê yên bê çarserî” bi nav kir û destnîşan kir ku, “ew civîn dûrî xeteriyên rastîn ên li dijî gelên Sûriyê birêve diçin”..

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiyê diyar kir, “civînên bi vî rengî ti carî neketine xizmeta gelên Sûriyê û dijminatiya keda Sûriyan ji bo çareseriya neteweyî dikin”.

RÊVEBERIYA XWESER: PAŞGUHKIRINA KEDA LI DIJÎ TERORÊ PROJYÊN “IXWANΔ Û KOMKUJIYÊN WÊ ERÊ DIKE

Her wiha bal kişand ser hebûna Tirkiyê di danûstandinên navborî de û teqez kir ku, “ev tê wateya erêkirina komkujiyên li dijî gelê Sûriyê û eger bi rastî çarseriyê dixwazin, ji xwe Rêveberiya Xweser li ser xeta çareserî û yekîtiyê di piratîkê de ye”..

Ji bo rola Rûsya di van civînan de jî, Rêveberiyê bang lê kir ku, “li şûna xizmeta Tirkiyê û projeya Ixwanî tê kirin, bila ev mase bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûrî pêk werin”..

Leave a Reply

Back to top button