Li Rûsyayê 5 alîgirên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Rûsya ragihand ku li Moskoyê 5 alîgirên çeteyên DAIŞ’ê, ku plana êrîşan dikirin, hatin girtin.

Desteya Ewlekariya Fedraliya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li paytexta Rûsyayê, Moskoyê 5 alîgirên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Desteyê diyar kir ku 5 çeteyan hewldana pêkanîna êrîşên terorîst plan dikirin.

Li gorî daxuyaniya desteyê di nava çeteyên hatine girtin de 2 welatiyên Rûsî ne, û çeteyên din jî ji Asiyaya Navîn in.

Leave a Reply

Back to top button