Parlamanterê Îraqê Elî Fetlawî: Tevgera Tirkyê dagirkerî ye

Parlamenterê Iraqê Elî Fetlawî ragihand ku operasyona Tirkiyê li Iraqê berfireh kirina dagirkeriyê ye.

Parlamenterê Hevpeymaniya Fefih a li Parlamentoya Iraqê Elî Fetlawî girêdayî êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.

Elî Fetlawî ragihand ku di nava çend rojên borî de, Komisyona Parastin û Asayîşê ya Parlamentoya Iraqê bi armanca tedbîrên li pêşiya êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê civiya.

Elî Fetlawî diyar kir ku di vê civînê de, daxwaznameyek ku îmzeya piraniya endamên komisyonê li sere û taybet ji bo derxistina artêşên welatên dagirker ên di nava xaka Iraqê de weke artêşa Tirkiyê amadekirine û got:

“Niha Tirkiye hewl dide operasyona xwe ya di nava xaka Iraqê de berfireh bike. Ev jî dagirkeriya rasteraste û bandorî li ser serweriya Iraqê heye.”

Back to top button