Şerê li Ukrayna rojeva sereke ya civîna G20’ê bû

Şerê li Ukrayna, mora xwe li civîna Wezîrên Karên Derve ya welatên G20 da.
Ji ber cudahiya nêrînan li ser Ukraynayê daxuyaniya dawî ya hevpar nehat weşandin.

Civîna Wezîrên Karê Derve yên welatên bi navê G20 li paytexta Hindistanê New Delhiya pêk hat.

Ji ber cudayên fikrîn di dawiya civînê de encamnameyek hevbeş derneket.

Di civînê de mijara herî sereke şerê li Ukraynayê ku sala xwe tejî kirî bû.

Wezîrê Karê Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar yê welatê wî îsal serokatiya G20’ê kirî wiha got:

Nakokiyên li ser Ukraynayê nayên çareser kirin, lê Hindistan wê encamnameyekê li ser konferansê binivîse.

Hat ragihandin ku Rûsya û Çînê daxuyaniya dawî ya hevpar red kirin.

Lavrov welatên Rojava sûcdar kir

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov yê beşdarî konferansê bûyî, ji rewşa heyî welatên Rojava sûcdar kir.

Lavrov di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê de got,

“Daxuyanî tê astengkirin.

Weke ku serokatiya Hindistanê jî diyar kir, encama gotûbêjê wê di kurtejiyana hevdîtinê de cih bigire.”

Li gorî Lavrov, daxuyaniyeke hevbeş a encamnameyê ji ber Rûsyayê israr kir ku lêkolîn bê kirin ka kê xeta boriya Nord Stream sabote kiriye têk çû.

Lavrov welatên rojavayî bi “şantaj û gefan” tawanbar kir.

Rûsya û Çîn red dikin ku di encamnameya civînê de, bê gotin, “Bê şert û merc divê leşkerên Rûsya ji Ukrayna vekişin.”

Di dawiya civîna G20 de encamnameyek hevpar derneket

Di dema serokatiya G20 a îsal de, Hindistan armanc kir ku balê bikişîne ser mijarên wekî kêmkirina xizaniyê û fînansa avhewa.

Lê şerê Ukraynayê di rojevê de serdest bû.

Hefteya borî wezîrên darayî yên G20 li Hindistanê civiyan.

Ji ber nakokiyên derbarê Ukraynayê de, di wê civînê de li ser daxuyaniyeke dawî ya hevbeş lihevkirinek pêk nehat.

Back to top button