Ji ber ku hikûmeta başûrê Kurdstanê nikare destekê bide xelkê wê qedexe rabe

Vîrûsa Corona hîna bandora xwe li ser beşên din ên Kurdistanê û welatên cîran didomîne. Li bajarekî Başûrê Kurdistanê ji ber rewşa xirab a aboriyê, wê qedexeya derketinê were rakirin. Li Îranê jî jimara kesên bi vîrûsê mirine, 5 hezar derbas kir.

Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê ragihand ku tevî metirsiya vîrûsa Coronayê bi dawî nebûye, lê neçarin ji ber rewşa xerab a aboriya xelkê, qedexeya hatinûçûnê bi dawî bikin.

Rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn wiha got:

“Ji ber ku êdî xelk nikarin vê rewşê rabikin. Wê du rojên din dikan û bazar di bin çavdêriyê de werin vekirin.

Dr. Sebah Nesredîn diyar kir ku her çiqasî vîrûs ketibe bin kontrolê jî lê belê, metirsî hîna jî heye û bang li welatiyan kir ku tedbîrên tenduristiyê pêk bînin.

Rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn destnîşan kir ku Li Silêmaniyê heta niha 130 nexweşên vîrûsa coronayê li nexweşxaneyan in.

Li gorî Wezareta Tenduristiyêya Başûrê Kurdistanê heta niha jimara kesên bi vîrûsê ketine, gihaşt 337 kesan, 244 kes baş bûne û 89 rewş jî di bin çavdêriyê de ne.

Her wiha 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dikandar û pîşekarên Hewlêrê çalakî lidar xistin

Li Hewlêrê ji ber ku ji ber pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê destûr nayê dayîn dikan werin vekirin, vê carê jî pîşekar û esnafan çalakî lidar xistin.

Li Îranê zêdetirî 5 hezar kes bi vîrûsê mirin

Îran jî weke hin welatan di destpêkê de derbarê rewşa corona de ti agahî nedida û niha jî nikare rewşê kontrol bike.

Li seranserî Îranê di nava 24 saetên dawî de hezar û 374 kesên din bi vîrûsê ketine û bi giştî heta niha 80 hezar û 868 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha heta niha ji ber vîrûsê bi giştî 5 hezar û 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button