Li Dêrsim, Cizîr, Hatay û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta tirk li dijî Kurdan, bi nêzbûna hilbijartinan zêde dibe.
Polîsên dewleta Tirk li Dêrsim, Cizîr, Hatay û Stenbolê rojnamevan jî di nav de gelek kes binçavkirin.
Her wiha Dayikên Şemiyê ku di hefteya 945′ de carek din xwestin aqubeta xizmên xwe bipirsîn rastî êrişa polîsan hatin.
Di encamê de 23 kes hatin binçavkirin.

Li bakurê Kurdistanê, Dewleta Tirk a faşîst bi nêzbûna hilbijartinan operasyonên qirkirina siyasî zêde kirine.

Vê sibehê polîsan li Dêrsim, Stenbol û Hatayê bi ser gelek malan de girtin.

Polîsan her wiha bi ser bûroya Rojnameya Yenî Demokrasiyê ya Dêrsimê de jî girtin.

Di serdegirtinê de 2 nûçegihanê Rojnameyê hatin girtin û arşîvên li bûroyê hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan di serdegirtinan de herî kêm 9 kes hatine binçavkirin.

Her wiha Duh êvarî li Cizîra Şirnexê jî leşker û polîsan girtin ser gelek mal û gundan.

Li vir jî gelek kes hatin binçavkirin û birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Polîsan êrişê dayikên Şemiyê kirin-23 kes hatin binçavkirin

Hikûmeta AKP-MHP’ê yê faşîst ji 7 salî heta 70 salî her kesî dike hedefa zext û êrişan.

Dayikên Şemiyê ku ev 945 heftene aqubeta xizmên xwe ji dewletê dipirsin rastî êrişa polîsan hatin.

Li qada Galatasaray a Stenbolê Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan xwestin daxuyaniyê bidin

Lê belê, dayik û kesên pê re, ji ewil li pêşiya bariyerên polîsan ên li qadê hatin dorpêçkirin.

Piştre jî Dayikên Şemiyê û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin.

Êrişên li dijî dayikên Şemiyê hatin protestokirin

Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê, li gelek bajaran hate protestokirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê û li Qada Topçu ya navçeya Halîliye ya Rihayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êriş hate şermezarkirin û hate gotin:

“Em ê dev ji windakiriyên xwe û lêgerîna heqîqet û edaletê bernedin.”

“Astengkirina çalakiyê û binçavkirin, derhiqûqî ye”

Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da.

Komeleyê êrişa polîsan a li dijî dayikên şemiyê protesto kir û got;

“Astengkirina çalakiyê û binçavkirin, derhiqûqtî ye”

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî di nav de 6 kes hatin girtin

Back to top button