Li navçeya Dêrikê şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn.
Di bîranînê de, soza domandina riya şehîda ta pêkanîna armancên wan hat dayîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê merasîma bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê li dar xist.
Merasîm bi amadebûna şêniyan, li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle hat lidarxistin.
Di merasîmê de, Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan a ji bo azadiyê û aştiyê.
Binefş anî ziman ku şehîdan ji bo mîsogerkirina projeya neteweya demokratîk û azadiya gelên bindest canê xwe feda kir.
Her weha soza domandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan hat dayîn.
Dawiya bîranînê, sînevîzyoneke wêneyên şehîdan hat pêşandan.