Însiyatîfa Nûn: Rêber Apo jêdera rizgariya tevahî gelên azadîxwaze

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan piştî erdheja dawî ya li Tirkiyeyê çêbû bi daxuyaniyekê banga li darxistina çalakiyan heta eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir.

Însiyatîfê destnîşankir ku kiryarên derqanûnî û dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin de cîhan îro di rewşeke krêt de ye û got:

”Êdî girtîgeha Îmraliyê cihekî pir xeter e, nexasim piştî erdheja dawî ya li nêzî girtîgehê çêbûye.”

Bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan bizanin.

Însiyatîfê destnîşan kir ku daxwaza wan a yekemn tecrîda derqanûnî ya li dijî Rêber Apo bi dawî be û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.

Her wiha bang li CPT′yê kir ku helwesta xwe der barê kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike aşkera bikin.

Însiyatîfê di dawiyê de got Rêber Abdullah Ocalan jêdera îlhama fikrî û rizgariya tevahî gelên azadîxawz e.

Back to top button