Endamên YNK’ê Aram Qadir: Serketina Kurdan wê bi yekîtiyê pêk were

Endamê Encumena Rêveber ya YNK’ê Aram Qadir diyar kir ku YNK ji bo hemû hewldanên yekîtiya Kurd amade ne.
Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî jî bal kişande li ser berxwedana gerîla ya dijî dagikeriyê û xwest medya Iraqê berxwedanê bibîne.

Endamê Encumena Rêveber ya YNK’ê Aram Qadir jî anî ziman ku yekrêziya Kurdan, ji bo têkbirina dagirkeriyê gelekî girîng e û got ku divê Tirkiyê bizane ku Kurd 40 milyon in û ti carî dê bi dawî nebin.

Aram Qadir diyar kir ku çareserî tenê diyalog e û teqez kir ku YNK ji bo hemû hewldanên yekîtiya Kurdî amade ne ku digel tevahî aliyên siyasî kar bikin.

“Divê Kurd hemû qadan veguherînin qadên parastina rûmetê”

Şêniyên navçeya Seyîdsadiqê ya Silêmaniyê jî bêhelwestiya desthilata Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên dagirkeriyê, her wiha bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kirin.

Şêniyan ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê bang li gelê Kurd kir ku tevahiya qadan veguherînin qadên parastina rûmeta neteweya Kurd.

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî: Divê medya Iraqê berxwedana gerîla bibîne

Parlamenterê Eniya Sadqun a li parlamentoya Iraqê Mihemed Beldawî jî bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê da.

Mihemed Beldawî pesnê berxwedana gerîla ya dijî dagikeriya Tirkiyê da û got ku divê medya Iraqê balê bikşîne ser berxwedana gerîlayên qehreman ya li Başûrê Kurdistanê dikin.

Mihemed Beldawî bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê kir ku ji bo rê li ber planên xirab yên Tirkiyê ên li ser Başûrê Kurdistanê bigire destwerdanê bikin.

Back to top button