Dr. Mehmûd Osman: Armanca Tirkiyê ne PKK, Başûrê Kurdistan e

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên ser Başûrê Kurdistanê ne şerê PKK’ê ye, lê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, ji ber wê yekirina helwesta kurdî gerek e.

Zûbeyîr Aydar jî ji bo têkbirina planên tirkiyê banga pêkanîna xebatek hevpar ya li dijî dagirkeriyê kir.

Ji 23’yê Nîsana 2021’an de artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, têkildarî êrîşên dagirkirinê, ji ajansa Firatê re axivî û got:

Siyaseta Tirkiyê siyaseteke nijadperestî ye.

Ew ne şerê PKK’ê dike, lê belê hewldana dagirkirina xaka başûrê Kurdisanê dike.”

Mehmûd Osman bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê û ev nirxandin kir:

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî êrîşan bêdeng nemîne. Dîsa Iraq divê li qadên navneteweyî giliyê Tırkiye bike.

Mixabin bêdeng in, ev bêdengî şaş e.

Osman diyarkir ku Iraq bi awayekî nepenî bi Tirkiyê re di nava têkiliyan de ye, ev yek jî dihêle ku Tirkiyê bi rihetî êrîşê Başûrê Kurdistanê bike.

Siyasetmedar Dr Mehmûd Osman li dijî planên dagirkeran bang li partiyên kurdî kir ku zûtirîn demde yekîtiya xwe pêk bînin, pêşî li dagirkeran bigrin.

Zûbeyîr Aydar: Gerek hikumeta Başûrê Kurdistanê siyaseta Tirkiyê baş fam bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî derbarê heman mijarê de axivî û diyar kir ku dewleta tirk polîtîkaya têkbirina destkeftiyên kurdan xistiye meryetê.

Zûbeyîr Aydar destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide Mîsaqa Millî vegerîne ji ber wê dixwaze di riya dagirkirina herêmêm kurdan, sînorê Îranê heta Efrînê dagir bike.

Aydar bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ji hikumetê daxwaz kir ku siyaseta dewleta Tirk baş fam bikin û li hember dijminê gel kurd xwedî helwest bin.

Back to top button