Dewleta Tirk bi dijwarî gundên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

Di sersalê de û di rojên wiha de jî, êrişên Tirkiyê ranawestin, berovajî dijwartir dibin. Duh careke din bi dijwarî gundên Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê hatin topbarankirin. Di êrişên li ser Zirganê de zarokek û 2 jinan jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn. 

Gundên ku duh hatin topbarankirin, ev bûn:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê gundên

Til Şenan, Dirdara, Um El-Kêf, Til Cuma, Til Gerabêt yên Til Temirê

Û gundên Esediyê û Xidêr ên Zirganê:

Ev gund bi çekên giran hatin topbarankirin.

Li Zirganê 2 jin û zarokek bûn qurban û 5 jî birîndar bûn

Di encama topbarana li ser gundên Zirganê de 2 jinan jiyana xwe ji dest da.

Her du jin jî ev in:

Cewahir Mûsa Elam ya 35 salî û Comana Mosa Nehar.

Ji bilî wan zarokê 2 salî yê bi navê Elam Elî El-Îsa jî jiyana xwe ji dest da.

Ji bilî qurbanan 5 kes jî birîndar bûn.

Ji wan Mihemed Mûsa Xelef ê (36) û zarokê bi navê Mihemed Ebdulhemîd ê yeksalî ji bo nexweşxaneya Rehmê ya Qamişlo hatin veguhestin.

Her du jî di êrişên li ser gundê Esediyê yê Zirganê de birîndar bûn.

Back to top button