Tevî hişyarkirina hev, alîgiriya xwe ji bo çareseriya dîplomatîk anîn ziman

Doh serokên Amerîka û Rûsyayê li ser mijara aloziya Ukraîne, pêwendiya telefonî pêk anî. Biden û Pûtîn di pêwendiyê de hem hev hişyar kirin û hem jî îdîa kirin ew alîgirên çareseriya dîplomatîk in.

Dawiya sala 2021’ê, yek ji rojeva sereke ya hêzên cîhanî, aloziya Ukraîne û egera êrişa Rûsyayê bû.

Di vê mehê de û tevî dijberiya wan, Rûsya û Amerîka bi vê mijarê 2 hevdîtin pêk anîn.

Doh Pûtîn û Biden bi rêya telefonê mijara aloziya Ukraine careke din gotûbêj kirin.

Pêwendî bi qasî 50 deqeyan dewam kir.

Daxuyaniya pêşî ya têkildarî mijarê ji aliyê Rûs ve hat dayîn.

Li gorî şêwermendê Pûtîn yê siyaseta derve Yurî Uşakov, Serokê Rûsyayê dema pêwendiyê pir rehet bû.

Li hemberî gefên Amerîkayê, Pûtîn bersiveke wiha da Biden:

“Eger cezayên giran li Rûsya werin birîn, wê encama herî xeter bi xwe re bîne.”

Berevka Koşka Spî Jen Psakî jî li ser pêwendiyê ev agahî bi parve kirin:

Serok Biden ev peyam da Pûtîn:

Eger Rûsya êrişî Ukraine bike, Amerîka û hevlabendên xwe wê bersiveke tûnd bidin.

Di daxuyaniyan de li gel gefên beramberê hev jî, Pûtîn û Biden gotine, ew alîgir in alozî bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin.

Back to top button