Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.
Di nava meha Tîrmehê de daigrkeran 37 kes revandin.
Her iwha li Efrînê di navbera komên çeteyan de ji ber parvekirina mal û milkên sivîlan ku didizin şer derket û hat ragihandin gelek çete hatin kuştin.
Dewleta Tirk li Efrîna dagikirî kiryarên xwe yên hovane berdewam dike.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku di nava meha Tîrmehê de dagirkeran 37 kes revandine û diyar kir di nava yên hatine revandin de jin û kal û pîr jî hene.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku 2 sivîlên bi navê Hisên Hecî ji navçeya Bilbilê û Mihemed Şêxo ji navçeya Şera ji bo vegerandina Efrînê, derdora 7 hezar dolar dan û gava derbasî Efrînê bûn îstixbarata dewleta Tirk herdû jî revandin.
Şêxo destnîşan kir ku çeteyan zêdetirî 21 mal û dikanên şêniyên Efrînê desteser kirin.
Îbrahîm Şêxo da xuyakirin ku çeteyan zeviyên şêniyan li 30 gundên Efrînê û nêzî 150 hezar darên zeytûnan desteser kirin.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo bang li aliyên navneteweyî kir ku vegera şêniyên Efrînê misoger bikin û hesab ji çeteyên sûcan pêk tînin, bixwazin.
Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin û kuştî hene
Duh di derengiya şevê de jî li navenda bajarê Efrînê û navçeya Raco di navbera çeteyan de şer derket û hejmareke çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şer ji kolana Vêlat a navenda Efrînê dest pê kir û ber bi taxên bajêr ve çû. Paşê şer li navçeya Racoyê jî rû da.
Hat gotin di şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Furqeya 9`an de hemû cureyên çekan hatin bikaranîn û Firqeya yekemîn ya bi navê Lîwa El-Şemal jî tev li şer bû.
Her wiha hat diyarkirin ku yek ji serçeteyên Firqeya 9`an ê bi navê Ebû Ebdo Elolo di şer de bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Ezazê.
Hat ragihandin di şer de sivîl jî hatin kuştin.
Hat diyar kirin karwanekî mezin ya erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Ezazê gihaşt bajarê Efrînê.