Xelkên Qamişlo endamê Asyîşê Mihemed Osman oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Mihemed Tahêr Osman li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Şêniyan berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan û cenazeyê Mihemed Tahêr Osman yê ku bi nexweşiya dil şehîd bû, oxir kir.

Li goristanê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê Elî Omer di merasîmê piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî dîrokeke tijî serkeftin e, bi hezaran ciwan ji bo parastina van destkeftiyan canê xwe feda kirin.

Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bahoz Elî sarsaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişande li ser berxwedan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li dijî êrîşan.

Piştre bi tilîlî û dirûşmeyan, cenazeyê şehîd Mihemed Tahêr Osman spartin axê.

Back to top button