Li Antalyayê êşkence li 20 girtiyan hate kirin

Carek din dewleta Tirk mafên girtiyan binpê kir: Vê carê jî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê êşkence li 20 girtiyan hate kirin. Malbatên girtiyan serî li Komeleya Mafên Mirovan dan.

20 girtiyên ku ji Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L’yê bi darê zorê sewqî ya Tîpa S’yê hatibûn kirin, ji ber ku li ber lêgerîna tazî rabûbûn gardiyanan êşkence li wan kiribû.

Malbatên hin girtiyan, têkildarî tahde û îşkenceya li girtiyan hat kirin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Antalyayê dan.

Malbatan xwest girtî bên tedawîkirin û gardiyanên êşkencekar werin darizandin.

Back to top button