HPG’ê: Li Zap û Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber çalakiyan dikin.
HPG’ê ragihand di çalakiyên tîmên gerok yên gerîlayan de li herêmên Zap û Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker berxwedana Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bê navber dewam dike.

HPG’ê da zanîn tîmên gerok bi taktîk û rêbazên dema nû yên gerîla derbên giran li dagirkeran didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 22 Tîrmehê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber çeperên şer yên Şehîd Ûmîd ve werin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

22’ê Tîrmehê li Qada Çemço hêzên me bi çekên giran li helîkopterekê dan ku hewl dida dagirkeran dayne. Li ser vê destwerdanê helîkopter ji qadê dûr ket.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 17, 18 û 22″yê Tîrmehê tîmên me yên gerok li Qada Girê Cûdî sê caran bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran xistin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

22’ê Tîrmehê li Qada Girê Cûdî tîmên me yên gerok du caran li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin û yek jî birîndar bû.

Heman rojê li Qada Girê FM bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku ketibûn nava tevgerê. Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa 22’ê Tîrmehê li Qada Girê Hekarî bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balafirên şer û 35 caran jî bi helîkopteran çeperên şer yên li qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Back to top button