Bertekên dijî dorpêça li ser Şehbayê

Rewşa koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, ji ber dorpêça Hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk her ku diçe xetertir dibe û herêm ber bi felaketek mezin ve diçe, jin jî didin diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Ji sala 2018’an ve û heta niha koçberên Efrînê li kantona Şehbayê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dikin.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker rewşa wan her ku diçe xetertir dibe.

Hikumeta Şamê rê li ber gel girt nahêle pêdîviyên bimgehîn ên jiyanî derbasî herêmê bibe.

Bi hatina demsala havînî jî germahiya zêde pêwîstiya gel bi elaktrîkê heye lê belê mazot nayê peydakirin.

Jinên Efrînê dorpêça li ser Şehbayê şermezar kirin.

“Berxwedana me nayê çewsandin”

Rêvebera komîteya jin a Desteya Şaredariyê Efrîn-Şehba Nisrîn Cawîş diyar kir ku ew weke şaredariya gel ji ber dorpêçê gelek astengiyan dibînin.

Fatimê Osman jî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagir ker naçar ma ku berê xwe bide Şehbayê, wiha behsa rewşa xwe di nava koçberiyê de kir: Heyat Yûsif jî da zamîn ku ewê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Back to top button