Dadgeha Hewlerê carek din 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birî

Doh Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘Sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî birî.
Parêzerê girtiyên Behdînanê, YNK û Waliyê Silêmaniyê bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ev yek nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Başûrê Kurdistanê nîşan dide.
Li aliyek din rojnamevan Beroşkî ku tekildarî biryarê Barzanî rexnekir, duh bi şev ji aliyê PDK’ê ve hate revandin.

Di Tebaxa 2020’an de PDK’ê zêdetirî 80 rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û mamosta li Herêma Behdînanê binçavkir.

Piştî demekê dirêj hinek jiwan hatin berdan, lê heya roja îro jî bi dehan kes di girtîgehê de tên ragirtin.

Di 16’ê Sibata sala 2021’an de Dadgeha Hewlêrê 6 sal cezayê girtgîgehê li ser 5 Girtiyên Behdînanê de pejirandibû.

Doh rûniştina yek ji girtiyê girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî hate lidarxistin.

Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê cara duyemîn li Şêrwan Şêrwanî birî.

Parêzerê Girtiyên Behdînanê: Biryar nebûna serweriya yasa û dadgehê nîşan dide

Têkildarî biryara dadgehê Parêzerê Girtiyên Behdînanê Remezan Hertîzî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Remezan Hertîzî bal kişande biryara dadgehê û diyar kir ku ev yek nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Başûrê Kurdistanê nîşan dide.

YNK: Azadiya fikir, rexne û weşanê li Başûr di bin pirseke cidî de ye

Der barê mijarê de Mekteba Ragihandinê ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Piştî ku Dadgeha Hewlêrê cara duyemîn 4 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî, careke din bi sedan xalên pirsiyarê çêbûn.”

YNK’ê diyar kir azadiya fikir, rexne û weşanê li Başûr di bin pirseke cidî de ye û got:

Raporên navnetewî yên rêxistinên mafên mirovan û rojnamevaniyê weke berê rewşa azadiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi metirsîdar binav dikin.”

Heval Ebubekir: Desthilatdar, di dosyeya Şêrwanî û hevrêyên wî de xeletin

Derbarê heman mijarê de Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî axîvî û bertek nîşanî biryara dadgehê a li idjî Şêrwan Şêrwanî da.

Heval Ebubekir anî ziman divê desthilatdarî, dadgeh û rêveberî bi ruhê kîn û tolhildan helwest raber neke û biryaran nede.

Ebûberkî destnîşan kir ku desthilatdar bixwazin yan nexwazin, bizanin di dosyeya Şêrwan Şêrwanî û hevrêyên wî de xeletin û got:

“Ji bo kesên ku divê xeletiyên xwe serast bikin, li ber gel bejna xwe tewandin serwerî ye.”

Rojnamevan beroşkî piştî Barzanî rexnekir, ji aliyê PDK’ê ve hate revandin

Li aliyê din yek ji hevalên Şêrwan Şêrwanî, Umêd Beroşkî jî doh têkildarî biryarê axivî û gotibû; “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî ne biriye, ev biryare biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd ragihand ku piştî vê daxuyaniyê duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî li Dihokê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye revandin.

Back to top button