Şêniyên Minbicê Ş. Mehmûd El-Ferhan spartin axê

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Mehmûd Miteb El-Ferhan ê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li goristana şehîdan oxir kir.

Karwana şehîd Mehmûd El-Ferhan ji pêş nexweşxaneya Firatê ya li naverasta bajêr ber bi goristana şehîdan a başûrê bajêr ve bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî yên li Minbicê ketin rê.

Li goristanê, Hêzên Meclisa Leşkerî toraneke leşkerî pêşkêş kir.

Piştre berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û wiha got: “Beriya 6 salan ev xak ji qirêjiya terorê hate rizgarkirin. Ji wê rojê û heta îro ve hîn dijmin gefan dixwin.”

Derwîş wiha domand: “Bila hemû bizanin ku ciwanên vê herêmê hîna li ser şopa berxwedanê ne û hîna li ser soza xwe ne ku ji bo gel û azadiya vî welatî mertal in.”

Her wiha hevseroka Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî wiha got:
Bi saya ciwanên me em ê li hember wan bibin mertal.”

Piştî axaftinê bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestê malbata wî kir.

Back to top button