Derket ku Erdogan di jimara penaberan de jî derewan dike

Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan di her firsendeke gefxwarina dagirkeriya xwe ya li ser xwaka Sûrî de kaxeza koçberan nişan dide.

Erdogan dibêje, li Tirkiyê 3 milyon û 600 hezar penaberên Sûrî li Tirkiyê ne û tim propagandaya vê yekê dike.

Pisporên Navenda Lihevkirin û Lêkolînên Koçberiyê ya Almanyayê diyar kirin ku Erdogan hijmara Sûriyeyan zêde dike û raya giştî dinepixîne.

Ev agahî di hijmara vê heftiyê ya kovara nûçeyan a Der Spîgel de weke bûyereke sereke derket pêş.

Ji Navenda Lihevkirin û Lêkolînên Koçberiyê ya Almanyayê Franck Duvell got:

Berevajî daxuyaniyên Erdogan û rayedarên Tirk li Tirkiyê hijmara penaberên Sûrî di navbeyna 2 milyon û 700 hezar û 3 milyonan de ye.

Pisporan diyar krin di navbeyna wan jimaran de ku saziyên Tirk û saziyên navneteweyî diweşînin, gelek ferq hene.

Sûriyên ku beriya niha li Tirkiyê dijiyan lê vegeriyan welatê xwe an jî çûne Ewropayê jî tevî nav wê jimarê ku Erdogan dibêje tê kirin.

Ev yek jî derewên Erdogan ku her roj yek ji wan derdikeve, diyar dike.

Leave a Reply

Back to top button